Herêma Kurdistanê ji bo hinek girtiyan biryara efûyê da

08-09-2024
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Efûya Girtiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê biryara efûyê ji bo beşeke girtiyan da.

Birêvebirê Giştî yê Çaksaziyan ê Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, dê efû ji nexweşên giran ên wekî penceşêr, krîz an jî yên temenê wan mezin in re derkeve.

Îhsan Ebdulrehman her wiha diyar kir ku “hinek girtiyan hêzên wan ên liv û tevgerê nemane, baştir e werin berdan ku bi vî awayî dê bargiraniya ser girtîgehan jî kêmtir bibe.”

Birêvebirê Giştî yê Çaksaziyan ê Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman da zanîn ku ji bo efûyê komîteyek hatiye avakirin.

Komîte ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Civata Wezîran, Konseya Ewlehiyê, Wezareta Dadê, Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî pêk tê.

Piştî pişkinînan dê biryara dawî li ser berdana wan girtiyan were dayin.

Li Herêma Kurdistanê 6 girtîgeh hene ku 5 hezar û 545 girtî tê de ne.

Îhsan Ebdulrehman da zanîn ku 10 roj in lîsteke girtiyan ji bo efûyê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re hatiye şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst