5 pirtûkên Mela Nûriyê Hesarî hatin belavkirin

08-09-2024
RÛDAW
5 pirtûkên Mela Nûriyê Hesarî hatin belavkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
5 pirtûkên Mela Nûriyê Hesarî hatin belavkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mela Nûriyê Hesarî Pirtûk Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, 5 pirtûkên helbestvan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mela Nûriyê Hesarî hatin çapkirin û belavkirin.

Bi vê helkeftê jî bi amadebûn û beşdariya hinek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran li Mala Seydayê Cegerxwîn û li ber gora wî, wekî rêzgirtin merasîmek hat lidarxistin.

Pirtûka “Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî” ya Mela Nûriyê Hesarî, ji aliyê Zeynilabidîn Zinar ve hatibû amadekirin.

Çar pirtûkên din ji aliyê nivîskar û helbestvan Dilawerê Zengî ve ji bo çapê hatin amadekirin.

Ew berhemên nû yên Mela Nûriyê Hesarî jî ev in:

Her du dîwanên 3 û 4 ên Mela Nûriyê Hesarî

Axlîma (Pêlên helbesta kurdî) (Erûz)

Zanhaweya Pêxember (Mewlûd)

Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî (Ziman)

Mela Nûriyê Hesarî di nav nivîskarên wêjeya Kurdî de cihekî pir girîng digire.

Di nava Kurdan de, ew bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin.

Di berhem û nivîsandinên xwe de, ew nivîskarekî pir rengereng bû, berhemên wî di warên ziman, ferheng, helbest, çîrok û wergerandinê de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst