Keleha Dîlokê tê nûjenkirin

08-09-2023
RÛDAW
Keleha Dîlokê/Wêne: AA
Keleha Dîlokê/Wêne: AA
Nîşan Keleha Dîlokê Nûjenkirin Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keleha Dîlokê ya li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê tê nûjenkirin.

Kel li navenda bajarê Dîlokê li ser girekî hatiye avakirin.

Herçiqas nehatiye zanîn ku kengê hatiye avakirin lê li gorî zanyariyan di serdema Hîtîtiyan de bi armanca çavderiyê hatiye bikaranîn.

Di erdhja 6ê Sibata îsal a Mereşê de zerareke zêde dît û niha jî pêvajoya nûjenkirina wê dest pê kiriye.

“Dawiya meha Gulanê ji bo nûjenkirina kelehê projeyek hat amadekirin”

Rêveberê Muzexaneya Dîlokê Ozgur Çomak li ser nûjenkirina Kelehê got:

“Piştî erdheja 6ê Sibatê yek ji cihên yekemîn ku pişkînîn lê hat kirin ev der bû.

Me bi Rêveberiya Plansazî û Şûnwarnasiyê re pişkînîna meydanî kir.

Piştî erdheja sibehê demjimêr yek û nîvê nîvro erdhejeke din çêbû. Me zerar tespît kiribû.

Dawiya meha Gulanê ji bo nûjenkirina kelehê projeyek hat amadekirin.

Xebatên nûjenkirinê di bin çavdêriya Rêveberiya Plansazî û Şûnwarnasiyê de tê kirin.”

Keleha Dîlokê çend car in tê nûjenkirin, herî dawî sala 2000î hat nûjenkirin.

Derdora kelehê hezar û 200 metre ye. Dîwarên wê ji blokên kevir hatine çêkirin û 12 qûle û bircên wê hene.

Niha jî ji bo pêşwazîkirina geştyaran xebatên nûjenkirinê berdewam in.

“Ji bo ji nûjenkirina kelehê em bi lez dixebitin”

Rêveberê Saziya Plansazî û Şûnwarnasiyê Kemal Yenmez wiha anî ziman:

“Me dest bi berhevkirina kevirên li quntara kelehê û kevirên li ser dîwarên kelehê ku metirsiya wan a ketinê heye, kir.

Di dema birêveçûna pêvajoyê de, em projeyên bihêzkirinê pêşkêşî lijneyê dikin.

Ji bo ji nûjenkirina kelehê em bi lez dixebitin.”

Pêvajoya nûjenkirina Keleha Dîlokê ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve tê birêvebirin û tê pêşbînîkirin heta dawiya sala 2024an biqede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst