Li Dêrezorê 65 santralên avê zirar dîtine

08-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrezorê ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê 65 santralên avê zirar dîtine.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li parêzgeha Dêrezorê ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê 65 santralên avê zirar dîtine, lewra demjimêrên karên wan santralan bo paqijkirin û veguhestina avê ji welatiyan re zêde kêm bûne.

Ji aliyê xwe ve, cîgirê rêvebirê saziya avê li Dêrezorê Fewwaz Ewwad el-Uteyş ragihand, kêmbûna demjimêrên kar ên santralên avê li parêzgeha Dêrezorê ji encama kêmbûna asta ava çemê Firatê û qutbûna berdewam a elktrîkê ye.

Li gor heman çavkaniyê, ji Sibata 2020ê ve Tirkiye pişka Sûriye ji ava çemê Firatê kêm kiriye, lewra niha navçeyên derdora çem ji ber kêmbûna avê dinalin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst