
Endamên Encûmena Şaredariya Peyasê qeyûmê wê şaredariyê bi xerckirina 50 mîlyon lîreyan bo saziyên derveyî şaredariyê tohmet bar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Encûmena Şarederiya navçeya Peyasê ya Amedê yên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyumê wê navçeyê û rêveberiya şaredariyê bi xerckirina 50 mîlyon lîreyan bo saziyên derveyî şaredariyê tohmetbar dikin.
Endamên HDPê yên Encûmena Şarederiya Peyasê Amedê û hevserokê berê yê wê şaredariyê ku li şûna wî Qeymeqam Unal Koc wek qeyum hatiye danîn daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku qeyum bo civînan bang li Encûmena Şaredariyê nake û endamên encûmenê dibêjin: "Qeyum planên stratejîk û budceyê ligel fermanberên ku wî bi xwe diyar kirine gotûbêj dike û hemû endamên encûmenê yên xerciyan jî kontrol dikin wî bixwe diyar kirine.”
Di daxuyaniyê de tê îdia kirin ku qeyûm ji qaseya şaredariyê 50 milyon lîre bo hinek saziyan xerc kirine ku divabû ji budceya navendî bihatana xerckirin û tê gotin: “Ligel butçeyên wan bixwe jî hene, ji budceya şeredariyê bo wezaretên perwerde, kultur û geştiyariyê û weqfên cenderme, ewlekarî û TUGVAyê avahî hatine çêkirin û otomobîl hatine kirêkirin. Ew pereyên ku heta niha ji şaredariyê bo saziyên din hatine xerckirin zêdeyî 50 milyon lîreyên Tirkî ne.”
Endamên Encûmena Şeredariyê herwiha didin zanîn ku qeyum ji 3 cihan mûçe distîne û dibêjin: “Endamên Encûmena Şaredariyê yên AKPê ku divê xerciyên şaredariyê kontrol bikin jî dibin beşek ji vê nelirêtiyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse