Hewlêr (Rûdaw) – Di van rojên ku ji hefteyekê kêmtir ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê re mane li Meletî ya Bakurê Kurdistanê û li herêmên din ên erdhêjê xelk bi rojeva xwe ya sereke de ketiye ku ew jî erdhej û debara jiyana rojane ye. Jiyan gelekî dûr e ji asayîbûna xwe û atmosfera hilbijartinê li van deran hema bêje nîn e.
Piştî erdhêjê bi 3 mehan Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi kerb û birîn, xelk di nava bermahiyên kavilan de gav dide. Mihemed Guneş ê ku berê bi dikaneke şên jiyana xwe didomand, niha di konekî de hewl dide nanê rojê bibe mala xwe ku niha 3 mal bi hev re tê de ne.
Ziyandîtiyê erdhejê Mihemed Guneş behsa rewşa xwe kir û got, “Em di deraxekî teng re derbas dibin lê em jê waz nehatin. Em her tim li cem bajarê xwe man û terkê wê nekir. Ji eqrebeyan 5-6 kes mirin. Mamosteyên min ên werzişê mirin. A niha eger cihekî ku tu serê xwe bidî bin hebe divê tu bêjî şukir lê ew jî nîn e. Pirê xelkê di konan de, li konteyner û gundan dimînin. Her kesek ji xwe re stargehekê dibîne. Demeke dirêj peîêwîste ku bajar bi ser xwe ve were.”
Li bajêr heta niha avahiyên ku rûxiyabûn hatine rakirin, ên xisardîtî li cihê xwe ne. Tişta ku herî zêde balê dikşîne esnaf in. Li ku derê cihekî vala hebe ji xwe re kirine dikan. Xizmetguzarî heta niha têrî rakirina kavilan kiriye. Av, elektrîk û jêrxana bajêr li piraniya şar nîn e.
Ziyandîtiyê erdhejê Hasan Buga got, “Em li vir halê xwe rave dikin. Em dibêjin li vir hezar kes nanê xwe derdixin. Meriv tê li konekî havînê datîne, çend maseyan tîne. Ma ne rast e? Em a rast dibêjin lê em li wan nayên. Bi wê gerê, bi siwarbûna wê otomobîlê kar nabe keko.”
Heta niha 30 konbajar hatine amadekirin û 302 hezar kes tê de bi cî bûne. Devê havînê ye û kon dikelin.
Ziyandîtiya erdhejê Vehbiye Aslan anî ziman, “Welehî rewşa me, aha ku ne baş be em çi bêjin. Mecbûr. Em bi ku ve herin. Xwedê ji wan razî be dan, her tişt jî dan. Xwarinê jî didin, a tişta nebaş ew ku elektrîk nîne û bê sarinc em perîşan dibin.”
Li bajêr di erdhêjên 6 ê sibatê de hezar û 386 kesan canê xwe ji dest dabûn, 1154 avahî rûxiyabûn û bajarê ku milyonek nifûsa xwe hebû wêran bû.
Welatî Mustafa Erenler got, “Mala min li vî hemberî bû û bi temamî rûxiya. Lê di sîstema dewletê de li ser navê min tiştek îspat nabe. Ez nizanim êşa xwe bidime ber kê. Diçim walîtiyê berê min didin cihekî, diçim wir ew min dişînin cihekî. Nizanim ku halê xwe bo kê bêjim. Ka hûn rêyekê nîşanî min bidin ez jî wisa bikim.”
Li nava bajêr avahiyên ku xelk lê vegeriyabûn hema bêje nîn in. Derdora 30 hezar dengdêr venegeriyane lê zêdetir 500 hezar kes ew ê herin ser sindoqan. Ji ber sedemên ku hene tu nîşaneyeke germahiya hilbijartinan lê nîn in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse