15 Baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê êrîşên ser mîtîngan û provokasyonan de hişyarî dan

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Baroyên Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 15 Baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de amaje bi wê yekê dan ku ji bo hilbijartineke demokratîk û dadmend divê dijî provokasyonan tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîk, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan ên Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 8ê Gulana 2023an têkildarî bûyerên dawî yên di mîtîngên hilbijartinan de daxuyaniyek hevbeş dan.

li ser hilbijartinên 14ê Gulanê daxuyaniyeke hevbeş dan û balê dikşînin ser bûyerên dawî yên ku di mitingên hilbijartinê de çêbûne.

Baroya Mêrdînê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniya hevbeş a baroyan belav kiriye ku têde tê gotin: “Di van rojên ku ji hefteyekê kêmtir dem maye ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê û mîtîngên aliyên siyasî zêdetir bûne, doh bûyerên ku li parêzgeha Erzeromê çêbûne û hinek bûyerên din ên li çend bajaran ji aliyê ewlekarî û proseya hilbijartinê ve nîgeraniyek çêkiriye.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku hilbijartin tê wateya şahiya demokrasiyê û ji ber vê yekê bang li berpirs û siyasetmedaran dikin ku ji bo ewlekariya hilbijartinan tedbîrên pêwîst werbigrin û di propagandayê de zimanê tûnd neyê bikaranîn.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê zimanê rikeberiya berbijêran jî tûndtir bûye û herî dawî li parêzgeha Erzeromê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku di nav Hevpeymaniya Millet de cih digre rûbirûyê êrîşekê bûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst