Xwendin careke din li Zanîngeha Firatê ya Hesekê destpê dike

08-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Zanîngeha Firatê ragihand, piştî navbereke sê mehan ji ber şer û aloziyên li Hesekê ku xwendin li zanîngeh û peymangehan hatibûn ragirtin, niha careke din ezmûnên nîvê sala yekem a xwendinê destpê dikin.

Li gor Ajansa Sana ya Sûriyê, Rêveberê Zanîngeha Firatê ya Hesekê Cemal Ebudullah ragihandiye ku dê dema destpêkirina ezmûnan di heftiya pêş de were destnîşankirin û dê programa ezmûnan gotebêj bikin ku dema wê bo xwendekarên derveyi parêzgehê jî guncaw be.

Cemal Ebdullah dibêje, amadekarî bo ezmûnan ji aliyê dabînkirine salon, kirtasiye û kadroyên mirovî û herwiha ewlekariya cihên ezmûnan jî hatine kirin.

Wek tê zanîn Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî berî sê mihan ezmûnên zanîngeh û peymangehên parêzgeha Hesekê ji ber aloziyên di Girtîgeha Sinaa de û şerê di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de rawestandibû.

Bajarê Hesekê, piştî Qamişlo duyemîn bajarê mezin li Rojavayê Kurdistanê û navenda parêzgeha Hesekê ye û niha piraniya bajêr di kontrola Rêveberiya Xweser de ye, lê beşeke biçûk a bajêr ku jê re tê çarguşeya ewlehiyê tê gotin û piraniya saziyên hikûmeta Sûriyê lê ne, hêj di kontrola rêveberiya Şamê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst