Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke cotkarên Meydankê li Efrînê bi terektorên xwe ji gundê diçin nav zeviyên zeytûnan û alîkariya hev dikin.
Li Efrînê xelk li traktorên xwe siwar didin pey hev didin rê û her carê diçin zeviyê zeytûnan yê cotkarekî cot dikin û bê pere alîkariya hev dikin.
Dema baran tê, rûyê cotkaran li ken e, çavên wan her demê li erzaman û li ewran e. Li Efrînê jî cotkar ji wê yekê bi tirisin ku gihayê ku şîn bûye li ser darên wan yên zeytûnan bibin metirsî.
Hejmaerke cotkar gihiştine nav zeviya Bavê Mihemed li derdora Meydankê, li vir gelek giya di nav darên zeytûnan şîn bûne, dest bi cot dikin da ku wî giyayî rakin beriya ku hişk bibe û bişewite û li ser darên wan bibin metirsî.
Bavê Mihemed, xwediyê zeviya darên Zeytûnan e, bi vî karî kêfxweş e, dibêje, hevkariya hev karekî baş e.
Cotkar Bavê Mihemed dibêje, xelkê Meydankê her dem alîkariya hev dikin, wan dît keş û hewa xweş e û biryar dan zeviyan ji giyayê zêde paqij bikin.
Li gorî xelkê Meydankê li zeviyên gundê wan zêdetirî 100 hezar darên zeytûnan hene, her sal di vê dema salê de zeviyên xwe cot dikin û giyayê ku li derdora darên wan şîn bûne radikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse