Li Qersê du demsal bi hev re tên dîtin

08-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qaqizmanê ya parêzgeha Qers a Bakurê Kurdistanê demsalên biharê û zivistanê bi hev re têne jiyîn.

Bi hatina biharê re baxên qeysiyan bi kûlîlkan xemîlîne û wênegir ji bo van dîmenên xweşik bigrin bi hezaran kîlometre ji dûr hatine serdanê.

Li navçeya Qaqizmanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê bi germbûna hewayê darên qeysiyan kûlîlk vekirine ku berhemên wan hem bo navxwe û hem jî bo derveyê Tirkiyê tên firotin.

Wênegirê ku ji dûr hatiye dibêje li parêzgehê wan du demsal bihevre dîtine.

Wênegir Ekrem Kemal Uyar got, “Ez ji Mersînê hatim. Di rê de li gelek devaran berf hebû, lê dema ez gehiştim navçeyê bihar bû, weke perçeyek ji bihûştê ye. Bi rastî dîmenên gelekî xweşik in.”

Ev der jî navçeya Qamûşanê ya heman parêzgehê ye lê li vê derê hê jî zivistane û berf û baran dibare.

Welatî Yavuz Gok anî ziman, “Îro 6ê Nîsanê ye û hê jî berf li navçeya me dibare. Lê gelekî xweş e.”

Saziya Keşnasî a Tirkiyê ji bo piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê hişyariya baranê daye û li çend deveran jî egera barîna berfê berdewam e. Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst