Li Amedê li dijî toreke çete ya sextekariyê operasyon: 14 kes hatin girtin

08-04-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona dijî toreke çete ya sextekariyê de ku navenda wê bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê bû, 16 tohmetbar li 5 bajaran hatin desteserkirin. Di nav wê tora çeteyê de karmendên fermî jî hene, 16 kesên hatine desteserkirin, bo dadgehê hatin şandin.

Hat diyarkirin ku ew tora çetetiyê 3 meh bûn dihat şopandin û di 30 bûyeran de bi sextekariyê nêzikî 2 milyon Lîreyên Tirkiyê bi dest xistine, qazanca wê tora çetetiyê ya salane jî 26 milyon Lîreyên Tirkiyê bûye.

Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Amedê ragihandiye, di derbarê wê tora çeteya sextekariyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin ku di nav wan de karmendên fermî jî hebûn û bi rêya reklama firotina wesayîtan, bi wergirtina depozîtoyê ji mexdûran sextekarî kirine.

Wê tora çeteyan pereyê ku bi sextekarî qezen kirine, xistine hesabên krîpto.

Hat diyarkirin çeteyê pereyên ku bi sextekarî qezen kirine, xistine hesabên krîpto û piştî gerandina di nav çend hesaban de ji hesaba ku wek ‘hesaba pak’ bi nav dikin pere kişandine.

Piştî lêkolînan di 4ê Nîsanê de li Amed, Dîlok (Entab), Mersîn, Meletî û Antalyayê li 15 navnîşanên cuda operasyonên hemwext hatin lidarxistin.

Tê zanîn ku di 15 operasyonên hemwext de 16 kes hatine desteserkirin.

Di dema lêgerînên malan de gelek laptop, telefon, sîmkart, makîneyên pere kişandinê û belgeyên ku ji aliyê tawanbaran ve di çalakiyên sexte de hatine bikaranîn, hatin dîtin.

Ji 16 kesên tohmetbar 14 kes piştî îfadeyê hatin girtin, 2 kes hatin berdan, yek ji wan du kesan bi biryara kontrola edlî hatiye berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst