Li Amedê piştî mîtînga DEM Partiyê 4 kes hatin desteserkirin

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Desteserkirin DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Mîtînga DEM Partiyê ya li Amedê 4 kes hatin desteserkirin.

DBP û DEM Partiyê li Amedê bi dirûşma Ji Bo Aştiyê Azadîmîtîngek li dar xist.

Piştî mîtîngê li Kolana Gevranê polîsan bi zorê xwset ciwanekî desteser bikin.

Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û ciwanên xwest wî ciwanî biparêzin ku neyê desteserkirin.

Polîsan êrişî wan kir û li wan xist û her wiha gaza rondikrêj li wan reşand  û piştre jî alozî zêde bûn.

Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Her wiha polîsan bend danî pêşiya ciwanên ku dixwest biçin Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê.

4 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, tê gotin ku yek ji kesên hatî desteserkirin zarokekî 15 salî ye.

Ev çend roj in DEM Partî li bajarên cuda mîtîng û kombûnan bi vê armancê li dar dixe û li gorî bernameya wê partiyê, dê li 51 bajaran ew mîtîng bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst