Hewlêr (Rûdaw) - Di lîstika di navbera Elazigspor û Vansporê ya li bajarê Xarpêtê de êrişî lîstikvan û endamên tîma Vansporê hat kirin û çend kes birîndar bûn.
Parêzgarê Xarpêtê eşkere kir ku 3 tohmetbar hatine desteserkirin.
Alîgirên Elazigsporê piştî lîstikê êrişî lîstikvan û tîma teknîk a Vansporê û otobusa tîmê kirin. Di bûyerê de Serhat Gulpinar û çend lîstikvan birîndar bûn.
Elazigsporê bi skora 2-1 ji Vansporê bir. Vanspor deqeya 52yan bi gola Okan Eken derket pêş lê Elazigsporê deqeya 80yî bi gola Beykan Şîmşek û deqeya 89an jî bi gola Alpay Koldaş bi ser ket.
Di dawiya maçê de biryarên hakem bûn sedema aloziyê. Li ser biryara penaltiyê ya hakem, alîkarê hakem alaya xwe bilind kir û biryar da ku ew ofsayt e û ew yek jî bû sedema aloziyan.
Hat diyarkirin ku TFFyê beriya lîstikê nehişt alîgirên Vansporê biçin nav stada lîstikê û Komîteya Hakeman jî beriya lîstikê bi rojekê hakem guhert.
Piştî bûyerê Amedsporê li ser hesabê xwe yê Xê bi daxuyaniyekê piştgirî da Vansporê û got:
"Elazigsporê qebûl nekir hakemê lîstikê yê ji Êlihê lîstikê bi rê ve bibe, di encama îtîraz û lobiyê de hakemê ji Bursayê hat erkdarkirin.
Wî hakimî her tim biryarên neheq ên li dijî Vansporê dan û ew jî di navbera hakem û lîstikvanan de bû sedema aloziyê."
Her wiha Amedsporê got, "Vanspor ne bi tenê ye!"
Serokê Vansporê Erol Temel, piştî bûyeran bi tundî rexne li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û siyasetmedarên Wanê girt û got ku tîm bê xwedî hatiye hiştin û neheqî lê hatiye kirin.
"Welat bê xwedî ye"
Serokê Vansporê Erol Temel derbarê bûyerê got:
"Mixabin welat bê xwedî ye. Mixabin ji duh ve ne siyasetmedar û ne jî parlementerekî vî welatî gotinek negotine.
Hûn bi dengên vî gelî hatine hilbijartin, qet nirxê keda vî gelî li ser we nîne?
Hîn lîstik ne qediyabû zenga dawî lênedabû, her kes darbasî qada lîstikê bû û polîsekî jî mûdaxele nekir, li werzîşkarên min xistin, li tîma min a teknîkê xistin.
Em niha di nav odeyekê de asê mane û nikarin derkevin derve.
Em ji duh ve li vir in, medya Xarpêtê, çapemeniya Xarpêtê, parlementerên Xarpêtê, alîkarên wezîran, Mehmet Atadîlen nîvê şevê hakem diguhere, hûn qet li vî welatî xwedî dernakevin."
Li aliyê din hat zanîn ku dema tîma Vansporê xwest ji Elezîzê derkeve alîgirên Elezîzsporê êrişî otobusa Vansporê kir.
Parêzgarê Xarpêtê: 3 tohmetbar hatin desteserkirin
Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu derbarê êrişa li ser otobûsa Vansporê daxûyanî da.
Hatîpoglu di hesabê xwe yê medyaya civakî de îdia kir ku maça di navbera Çîmentaş Elazigspor û Vanspor Artî Deger FKyê bê pirsgirêk bi dawî bûye.
Parêzgar Numan Hatîpoglu eşkere kir ku 3 kesên êrişî otobûsa tîma Vansporê kirine hatine desteserkirin û wiha got:
"Maça îro ya di navbera Elazigspor û Vansporê de bê pirsgirêk bi dawî bû û tîma me bi serkeftin ji qadê derket.
Tiştên li qada lîstikê divabû li wir bimana û divabû ji ruhê werzişê yê yekîtî û biratiyê dûr neketana.
Mixabin dema tîma Vansporê ji bajêr derdiket, li derveyî bajêr li rê bûyereke ku me qet nedixwest çêbû û bi keviran êrişî wan hat kirin.
3 tohmetbarên bûyerê hatin girtin û dê ji aliyê dezgehên dadî ve kar û barên pêwîst bên kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse