Li Rihayê 101 koçberên Sûrî hatin girtin

08-01-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Eyyubiyê û Haranê yên ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di nav du malan de 101 koçberên Sûrî hatin desteserkirin û 3 kes jî bi îdîaya qeçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan roja Yekşemê 8ê Çileya 2023an li navçeyên Eyyubiye û Haranê yên ser bi parêzgeha Rihayê ve tîmên Fermandariya Cendermeyan a Rihayê di kontrola di malan de 101 koçberên Sûrî girtine.

Herwiha bi îdîaya qeçaxçîtiya koçberan jî 3 kes hatine desteserkirin.

Koçberên Sûrî yên desteserkirî bo Navenda Îdareya Koçê ya heman bajarî hatine şandin û kar û barên yasayî yên 3 kesên desteserkirî jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst