Li Wanê bi sîstema jeotermalê firingî tên berhemanîn

08-01-2022
RÛDAW
Nîşan Jeotermal Firengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çaldêranê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku pileya germê 40 pile dadikeve bin sifirê bi sîstema têhna ku germîya wê ji bin erdê derdikeve `jeotermal` di xaniyên plastîkî de firingî sor tên berhemanîn.

Rêveber û Endezyarê vê projeya jeotermalê amaje bi wê yekê dide ku sîstemeke jîr heye û li gor fermanên sîstemê avdan û zibilkirin tê kirin û bo tozgirtinê jî mêşan bikartînin. Ji ber vê yekê jî bacanên wan ên sor bo tendirûstiyê jî baş in.

Bi sîstema teknolojîk û bê ax

Yusuf Taşkin, Endezyarê Çandinî û Rêveberê Projeya Jeotermal ya xaniyên Plastîk, dibêje, “Navçeya Çaldêranê li seranserê Tirkiyê cihekî herî sar e û her çiqasî bi serma xwe tê naskirin lê tiştekî wê yê taybet jî heye ku di bin erdê de ava wê germ e. Berî 7 salan bi vê ava germ a di bin erdê de ev xaniyê plastik hat çêkirin. Bi sîstemeke teknolojîk bê ax li vir firengî tên berhemanîn.”

Xaniyên plastîkî bi ava germ ku ji cihên cûda bi sondajê tê derxistin tên germkirin û di bin sifirê de heta 40-45 pileyan jî berhem zerarê nabînin.

Derfeta kar bo bi dehan kesan

Ercan Karahanli, Karker, diyar dike, “Pênc sal e kar dikim, ez li vir fêrî çandiniyê bûm. Li navçeya Çaldêranê vekirina cihekî wiha bo me baş bû, bo ciwanan jî bû cihê kar û em bi vî karî debara xwe dikin.”

Li navçeyê ev xaniyên plastikî di sala 2016an de li ser erdeke 34 hezar metrekare hatine çêkirin û 40 karker lê kar dikin û bo niştecihên navçeyê jî bûye çavkaniya debarê.

Li gor amarên Rêveberiya Projeyê sala 2021ê bi vê sîstemê 1500 ton firingî hatin berhemanîn û bo gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst