Serokê Komeleya Ehmedê Xanî: Divê Kurd derfeta hebûna dersa bijarde bikar bînin

08-01-2021
RÛDAW
 Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê Yunus Bekret
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê Yunus Bekret
Nîşan Yunus Bekret Komeleya Ehmedê Xanî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê Yunus Bekret bang li malbatên Kurd kir ku dersa Kurdî hilbijêr in û tekez kir, “Divê Kurd derfeta hebûna dersa bijarde bikar bînin."

Serokê Komeleya Çand û Zanistê ya Ehmedê Xanî Yunus Bekret ji Rûdawê re behsa rewşa zimanê Kurdî ya li bajarên Tirkiyê û girîngiya hilbijartina dersa Kurdî kir ku proseya hilbijartinê berdewam e.

Yunus Bekret bal kişand ser giringiya zimanê zikmakî û tekezî li ser biwêjeke Kurdî kir, “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.”

Bekret li ser girîngiya ziman dibêje, “Em pêşiyê bi zimanê xwe tên dinê paşê berê xwe didin Erebî, Farisî û Tirkî. Em çawa li ser zimanê xwe şîn dibin, divê em di axaftina zimanê xwe de rijd bin.”

Bekret derbarê zextên dewletê yên li ser zimanê Kurdî jê amaje bi wê kir ku dewlet rê nade perwerdehî û heta muzîka Kurdî jî.

Herwiha Bekret got ku niha dewlet dibêje ti astengî li ber perwerdehiya Kurdî nemaye ji bo vê yekê ew jî bang li malbatan dikin ji bo zarokên xwe perwerdehiya Kurdî bixwazin “derfetên ku niha ketine dest divê bên bikaranîn.”

Bekret li ser axaftina bi Kurdî ya di nav malê de jî got “ em di serdemek wisa da ne ku li malên xwe dayik ji zarokên xwe, zarok jî ji dayikên xwe fêm nakin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî hişyarî da mezinan ku bi awayekî ciddî gav bavêjin ji ber ku zarok ne di wê ferqê de ne ji ber ku li derdora zaroka çi çand hebe wê qebûl dikin “Zimanê xwe, çanda xwe meraq nakin, nikarin fêm û fêr bikin.”

Bekret diyar behsa xebatên Komeleya Çand û Zanistê ya Ehmedê Xanî kir û aşkere kir ku heta beriya Covid-19 kursên zimanê Kurdî ji aliyê komeleya wan ve dihatin dayîn.

Herwiha Bekret bang li medya Kurdî, rojnamevanên Kurd û bikarhênerên medya civakî yên Kurdî kir ji bo pêşketina Kurdî piştgiriyê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst