ÎDIA: Tirkiyê ji bo derketina HSDê ji Kobanî, Til Rifet û Minbicê dem diyar kir

07-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Kobanî Til Rifet Minbic HSD Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin Tirkiye ku amadekariya êrîşeke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike, ji bo derketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji Kobanî, Minbic û Til Rifetê dem daye Amerîka û Rûsyayê.

Ev îdia ji aliyê çavkaniyeke berpirs ê Tirkiyê ve hatiye kirin ku ji medyaya Qeterî Al Jazeera re axiviye.

Li gorî îdiayê, çavkaniyê fermî yê hikûmeta Tirkiyê ku Al Jazeera navê wî aşkere nekiriye, Tirkiye ji bo ku ji operasyona xwe ya leşkerî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê (navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk de) paşde gav biavêje, mercên xwe eşkere kirine.

Li gorî çavkaniyê, Enqerê dem daye Amerîka û Rûsyayê ji bo ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Minbic, Til Rifet û Kobanî vekişin.

Çavkaniya han eşkere kir ku Enqere ji aliyên Rûsî û Amerîkî re ragihandiye ku ew mohlet nayê dirêjkirin û eger ew mercê wan neyê cîbicîkirin alternatîva wê operasyoneke leşkerî li dijî hêzên Kurdî ye.

Li gorî çavkaniyê, aliyê Amerîkî di danûstandinan de ji Tirkiyê re pêşniyar kiriye ku HSDê ji nû ve ava bike û di rêveberiyên Minbic, Til Rifet û Kobanî de rola Ereban bê zêdekirin.

Di îdiayê de tê gotin, Tirkiye beriya ku pêşniyarên Amerîkayê binirxîne, merc daniye ku divê Amerîka kontrola HSDê ya li ser tesîsên petrolê yên li bakurê Sûriyê bi dawî bike.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku Rûsyayê di danûstandinên bi Tirkiyê re, ji bo tawîzên li Sûriyê dosyeya Ukrayanyê kiriye merc.

Hatiye îdiakirin ku di berdêla tawîzên ku Tirkiye di dosyeya Ukraynayê de bide, Rûsya dê astengên li pêşiya derbasbûna artêşa Tirkiyê bo bakurê Sûriyê nehêle.

Derbarê îdiayê de ne ji Tirkiyê û ne ji Rûsyayê ti daxuyaniyên fermî nehatine dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst