Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Îtlaatê yê Îranê got, “Rayedarên Hikûmeta Almanyayê bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re li Herêma Kurdistanê hevdîtin kirine û hinek biryar dane” û li hember vê yekê partiyên Rojhilatê Kurdistanê van îdiayan red dikin.
Wezîrê Îtlaatê yê Îranê Îsmaîl Xetîb di hevpeyvînekê bi rojnameya Îranê ku îro Çarşemê hat weşandin de ragihand, “Herî dawî berpirsên hikûmeta Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kirine û bi çekdarên cudaxwaz û terorîstan re civiyane û çend biryar dane.”
Xetîb gef xwarin û got, “Helbet dê bersiva vê were dayîn. Loma pir xwezayî ye û tê payîn ku encama vê bibînin.”
Îsmaîl Xetîb amaje bi wê yekê kir, “Ew welatên ku piştgirî û plansaziya serhildanan dikin [xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê] dê bi xwe pê ve werin girêdan.”
Endamê Ofîsa Siyasî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Riza Kebî gotinên Wezîrê Îtlaatê yê Îranê Îsmaîl Xetîb red kirin û got, “Partiyên Navenda Hevkariyê ya Kurdistana Îranê bi rayedarên Alman re hevdîtin pêk neanîne û daxuyaniyên Wezîrê Îtlaatê bê bingeh in.”
Wezîrê Îtlaatê yê Îranê û Rêxistina Îtlaatê ya Supaya Pasdarên Îranê berê jî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibûn, “Tîmeke îstixbaratî ya Amerîkayê bi navê Wezareta Derve, roja 20ê Îlona 2022an li Hewlêrê serdana baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku di xwepêşandanan de rola xwe bilîzin.”
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK) Kemal Kerîmî roja 28ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Nûçeya hevdîtina me ya bi CIA ya Amerîkayê re bêbingeh û bi tevahî derew e û pêwîstiya me bi wê yekê nîne ku em ji CIA û Mossadê alîkariyê werbigirin.”
Îro nêzî 80 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêleke xwepêşandanan didome, xwepêşandan piştî kuştina ciwana bi navê Jîna Emînî ya 22 salî ya ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin.
Piştî candana Jîna Emînî ku piştre bavê wê ji Rûdawê re gotibû, ew ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirin ku roja 19ê Îlona 2022an ji bo xwepêşandanê dest bi grevê bikin ku ji roja 17ê Îlona 2022an roja merasîma veşartina cenazeya Jîna Emînî ve li Seqizê xwepêşandan tên lidarxistin.
Ji wê demê ve heta niha gelek caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li xelkê kirine ku ji bo xwepêşandanan dakevin kolanan lê xwe ji tundûtujiyê dûr bixin.
Li hember vê yekê, Supaya Pasdarên Îranê 3 caran bi firokeyên bê firokevan û mûşekan êrîşî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse