Tirkiyê ji Cerablûsê 508 Sûriyeyî veguhestin Grê Spî ‎

07-12-2019
Nîşan Çarenivîsa Rojava Cerablûs Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Veguhestina Sûriyeyiyan ji bajar û bajarokên din ên Sûriyê bo bajarê Grê Spî yê Rojavayê Kurdistanê berdewam e ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên girêdayî wê de ye. Di vê çarçoveyê de 506 Sûriyeyî ji Cerablûsê bo Girê Spî hatin veguhestin.

Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bo ser bajarên Rojavayê Kurdistanê di 9ê Cotmeha borî de, zêdeyî 300 hezar kes ji herdu navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî koçber û derbider bûn, lê niha Tirkiye li şûna wan malbatên din ji deverên wek Cerablûs û Ezaz û Efrînê tîne wan cihan.

Di vê çarçoveyê 506 kesên din bi 48 otomobîlan ji Cerablûsa Sûriyê bo Kaniya Xezalan a ser bi bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê hatin veguhestin û ji wê derê jî di Deriyê Sînor ê Akçekaleyê re bo Girê Spî hatin şandin.

Herçiqas Tirkiye îdîa dike ku xelkê navçeyê ne, lê çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku ew malbat an kes ne xelkê deverê ne lê malbatên wan çekdaran e ku li wir dimînin. Heman çavkanî amaje bi wê yekê didin ku armanca anîna van malbatan guhertina demografya Rojavayê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst