Li quntara Çiyayê Agirî dîmenên Baxên Bihiştê

07-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li quntara Çiyayê Agirî yê Bakurê Kurdistanê di demsala payîzê de Baxên Bihiştê bi rengên cuda xemilî ne û vê yekê jî wiha kiriye ku dîmenên xweşik û dilrevên bala jîngehhezan bikşînin.

Li sînorê parêzgeha Îdirê li Baxên Bihiştê ku cihekî herî zêde jîngehhez serdana wê dikin bi dehan corên darên fêkî, spîndar û biyan hene.

Ligel destpêkirina demsala payîzê rengareng bûna pelên darên ku li ser rê bi xwe şîn bûne û yên ku mirovan çandine Baxên Bihiştê zêdetir xweşik bûne û vê jî wiha kiriye ku hejmareke zêde ya xelkê serdana wê navçeyê bikin.

Çiyayê Agirî ku dikeve Bakurê Kurdistanê, bilindbûna wê 5 hezar û 137 metre ye û wek çiyayekî volkanîk tê naskirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst