Barzanî: Ti kesî bi qasê min hest bi valatiya Mam Celal nekiriye

07-10-2017
RÛDAW
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan Celal Talebanî YNK Silêmanî Mesûd Barzanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû serdana gora Celal Talebanî li Dabaşana Silêmaniyê û got: “Divê em êdî yekrêzî û hevgirtina xwe biparêzin. Ev daxwaza Mam Celal jî bû.”

 

Piştî ku serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî duh êvarî li nêzîkî mala xwe ya li Dabaşana Silêmaniyê hate bixakspartin, îro jî bi hezaran kesserdana gora wî dikin.

 

Berpirsên YNKê li Dabaşanê pêşwaziya mêhvanan dikin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî careke din çûne ser gora Mam Celal û qewzegul danîne ser tirbê.

 

Serok Barzanî di dema serdanê de ji rojnamevanan re axivî û got: “Koça dawî ya Mam Celal xem û wendahiyeke mezin e. Ti kes bi qasî min hest bi valatiya nebûna Mam Celal nake. Dema pirsgirêkek çêdibû min û Mam Celal bib telefonekê çareser dikir. Hêvîdar im em hemû li dîroka xwe binerin û ji bo gihiştina armancên xwe yên nîştîmanî xeletiyan dubare nekin.”

 

Mesûd Barzanî diyar kir, ku ji hemû deman zêdetir pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye. Ev jî tekane daxwaza Celal Talebanî bûye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku wan herdem xwestiye li gel Bexdayê bi xweşî pirsgirêkan çareser bikin û got: “Hêvîdar im ev yek bibe derfet da ku Iraq jî bi xwe de biçe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst