Li Êlihê kirêgir xwediyê xanî kuşt

07-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, karsaz Suat Ozperk ji aliyê kirêgirê xwe ve hat kuştin.

Li Taxa Korikê ya Êlihê, doh bi şev 6ê Îlonê di navbera Suat Ozperk ê 60 salî û kirêgir wî Veysi R. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Veysi R. bi çekê teqe li Ozperk kir û wî kuşt. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Veysi R. li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di demên dawî de ji ber enflasyon û zêdebûna kirêya xaniyan di navbera xwediyê xaniyan û kirêgiran pirsgirêk rû didin û gelek car her du alî derbarê hev de li dadgehê gilî tomar dikin. Li ser zêdebûna pirsgirêkan hikûmeta Tirkiyê herî dawî biryar dabû, ku kirêya xanî û dûkanan ji %25an zêdetir neyê zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst