Ednan Mûrad: Li Efrînê berhemanînan zeytûnan zêdetirî %50 daketiye

07-09-2022
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ednan Mûrad Efrîn Darên Zeytûnan Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şewitandin û birîna darên zeytûnan, birîna daristanan bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê û Erebên hawirde û bi ser de jî hişkesalî û germahî hemû bûne hokarên daketina rêjeya berhemê zeyt û zeytûnan li herêma Efrînê ya ku ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve dagîrkirî ye.

Ednan Mûrad, ku demeke dirêj serpereştyarê guvaştekên zeytûnan bûye li herêma Efrînê, ji Rûdawê re piştrast kir ku ji 270 ton zeyt di salên berî dagîrkeriyê de, sala 2021ê berhem daketiye derdora 100 hezar ton û hokarên vê kêmbûnê ji Rûdawê re aşkere kirin.

Şarezayê berhemhanîna zeytê Ednan Mûrad got “ Di ev demên dawiyê de piçek baran kêm bûye li herêma Efrînê lê di vê dawiyê de darbirrîna zêde li herêma Efrînê dest pê bûye, hişt germahî zêde bibe û ev hênkayî kêm bibe. Ev germahiya zêde jî bandoreke zêde li ser darên zeytûnan heye. Ji ber wê berhemanîna zeytûnan kêm bûye. Ya duyem hiştiye ku xizmetên darên zetûnê kêm bibe. Xelk ji destê van çekdaran nikare xizmeta daren xwe yên zetûnan bikin. Di dema xwe çotên xwe ne ajotin, birrîna daran nekirin. Eger tiştek di dema xwe de neyê peydakirin, bandorê li berhemanîna zeytûnan dike û zeytûn kêm bûye. Ya sêyem piraniya xelkê ji ber diziyê neçar diminê berî ku zeytûn çêbibin diçinin ji ber wê jî berhemên zeytûnan kêm dibe.”

Mûrad ragihand ji bîlî van hokaran çekdar di dema werza çinînê de li nav zeviyan digerin û baca zorane li ser cotyaran ferz dikin. Di encama van hemû hokaran de rêjeya berhemên zeytûnan ji zêdetirî %50 daketiye.

Ednan Mûrad got jî “Di van demên dawî yê de çekdar derdikevin li nav mal û milkên xelkê digerin da ku bizanibin ka ev zeytûn li ku hene, milkên kê ne, lêpirsyar dikin ji ber ku bikaribin bacê ji wan werbigrin. Ev hemû dagirkeriyê dixin ser darên zeytûnê. Ev keşûhewaya hatiye guhertin, xizmetkirinên ne temam, germahiyên zêde çêbûne, çinînên zeytûnan ne di dema xwe de berhemên zeytûnan di demên dawiyê ji nîvî bêhtir daketiye.”

Çavkaniyekê ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di sala 2021an de 70% ji darzeytûnan ber girtibûn, 38-44 $ bihayê 1 teneke zeyt bûye.

Di sala 2022an de jî 35-40% darzeytûnan ber girtine, 50 $ bihayê 1 teneke zeyt e, ji ber encamên kirîza Ukrayinayê û kêmbûna zeyta giyayî.

Heman çavkaniyê da zanîn jî ku her dema werzê berhevkirina zeytûnan nêzk dibe, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê, bi tohmetên bê bingeh hejmarek xwedan zevî destgîr dikin da ku destê xwe danin ser berhemên zeviyan wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst