Li Qamişlo pirsa destûra nû ya Sûriyê hat gotûbêjkirin

07-09-2021
Rêxistinên civaka sivîl ji aliyên peywendîdar xwestin giringîyê bidin parastina mafê mirovan
Rêxistinên civaka sivîl ji aliyên peywendîdar xwestin giringîyê bidin parastina mafê mirovan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Saziya Biratî ya Mafên Mirov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo, Saziya Biratî ya Mafên Mirov li ser pirsa nîvisandina destûreke nû ji bo Sûriyê forumek saz kir. Rêxistinên civaka sivîl beşdarî forumê bûn û ji aliyên peywendîdar xwestin giringîyê bidin parastina mafê mirovan.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya pirsa nîvisandina destûreke nû de bo Sûriyeya siberojê,  Saziya Biratî ya Mafên Mirov forumek di warê gotûbêjkirina yasa û biryarên (2254-2118) ên navdewletî peywendîdar bi krîz û pirsa destûra nû ya Sûriyê de saz kir.

Bi nerîna çalakvan û mafnasên beşdarê forumê, pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê di dariştina destûra nû de beşdar bin.

 Çalakvana Mafnas ji Saziya Biratî Perwîn Ebdulfetah got: “Bê guman, em hemû dizanin ku Sûriyê berê xwe daye danîna destûrekî nû û Rêveberiya Xweser jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze Girêbesteke Civakî nû bi alîkariya çalakvanên sivîl deyne. Bi taybetî di vê demê de, pêkanîna civîn û forumên gengeşekirinê bo pêşkêşkirina rastiyan derbarê destûrê de zêde girîng e."

Rêxistinên civaka sivîl li seranserê Sûriyê û bi taybetî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, daxwazê ji aliyên peywendîdar ên kar di danîn û nîvisandina destûra nû ya Sûriyê de dikin ku divê çîna ciwanên çalakvan di warê mafnasînê de beşekî sereke bin di dariştina destûra siberojê de.

Çalakvan Evîn Şêxmûs jî dibêje: “Erkê sereke yê civaka sivîl ew e ku navbênkar be di navbera desthilat û civakê de. Dûrxistina ciwanan ji danîna biryarê û gerandina rolekî çalak di guhertinê de, yan şopandina yasayên ku hatine danîn, bi rastî karekî zêde metirsîdar e, dibe ku derencam nebaş bin. Bi kurtî eger ciwan bên dûrxistin, qet guhertinek çênabe."

Di 30ê Cotmeha 2019an de, Komîteya Destûrî ya Sûrî li avahiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê bi serperiştiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo krîza Sûriyê Geir Pedersen yekem civîna xwe di çarçoveya biryara navdewletî 2254 de saz kir, lê bê encam bû. Bi vî awayî 5 ger û civînên vê Komîteyê hatin kirin, ku ya dawî di 29ê Çileya 2021ê de bû, lê ji ber şiroveyên dijber derbarê biryara navdewletî 2254an de, ev Komîteya ku ji 150 endaman (Hikûmet, Opozisyon û Civaka Sivîl) pêk dihat, civîna xwe nebir serî û hilweşiya. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst