Amerîka dixwaze hevahengiyê di navbera HSDê û Artêşa Sûriya Azad de çê bike

08-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Amerîka dixwaze hevahengiyê di navbera HSDê û Artêşa Sûriyeya Azad de çê bike
Amerîka dixwaze hevahengiyê di navbera HSDê û Artêşa Sûriyeya Azad de çê bike
Nîşan HSD Amerîka Artêşa Sûriyeya Azad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hewlên cidî dide ji bo pêkanîna hevahengiyê di navbera wan û HSDê de pêk bîne.

Artêşa Sûriyeya Azad ku dijberî Hikûmeta Sûriyê ye lê ne beşek e ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku ser bi Tirkiyê ye.

Ew hêz li devera naskirî bi (Navçeya 55) a li rojhilatê Sûriyê, cih digire.

Fermandarekî wê artêşê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hewlên cidî dide ji bo pêkanîna hevahengiyê di navbera wan û HSDê de pêk bîne.

Li wê navçeyê Artêşa Sûriyeya Azad, hevpeymana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û ji aliyê wan ve tê rahênankirin û biçekirin.

Çekdarekî Artêşa Sûriyeya Azad anî ziman, “Em ligel hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî, aramî û parastina Navçeya 55.”

Bi gotina fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad, armanca hevahengiya di navbera wan û Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de ew e ku rê li ber gihandina alîkariyên Îranê ji bo grûpên çekdar li Sûriyê û Lubnanê bigire.

Çekdarê Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed El-Mihemed got, “Ez ji Artêşa Sûriyeya Azad im û şanaziyê dikim ku ji vê artêşê me. Em û hevbeşên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikin, ji bo ewlehî û aramiya navçeya 55, û peyamekê arasteyî xelkên sivîl li Navçeya 55 dikim ku, em li vê derê ne, ji bo parastina we û seqamgîriya navçeyê.”

Artêşa Sûriyeya Azad, li devera naskirî bi (Navçeya 55) a li sêgoşeya hêla sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê ye, bi dirêjiya 160 kîlometreyan. Ew navçe Binkeya Tenef a Hevpeymaniya Navdewletî, li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst