DÊRSIM - Geştiyar serdana Munzur Baba dikin

07-08-2017
Ali Haydar Gözlü
Kaniyên Munzur Baba
Kaniyên Munzur Baba
Nîşan Munzur Baba geştiyar serdan Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Geştiyarên navxweyî û biyanî serdana Kaniyên Munzur Baba dikin.

 

Kaniyên Munzur Baba ku 80 kîlometre dûrî navenda bajêr, 17 kîlometre jî dûrî navçeya Pulurê ye û çavkaniya Çemê Munzurê ye, bala geştiyaran dikşîne.

 

Welatiyê bi navê Raber Dilen ji Rûdawê re diyar kir: “Ev der Munzur Baba ye. Ev der ocaxa me û ziyareta me ye. Em xwedî li ziyaretên xwe yên Duzgun Baba, El Baba û Oz Suleyla derkevin.”

 

Herwiha welatiyê bi navê Mustafa Ateş jî got: “Em ji bo Munzur Baba hatin vê derê, ji ber ku ev der ziyaret e. Em hatin û me mirovên xwe dîtin, me qurbanên xwe ser jê kirin, li gel mirovên xwe em li vir rûdinin û wextê xwe derbas dikin.”

 

Geştiyarê bi navê Aydin  Oktay ku ew jî ji Stenbolê hatiye, aşkere kir: “Ez piştî 30 salan ji Stenbolê hatim cihê ziyareta me. Me li vir ji bo xortên xwe dua kir û qurbana xwe ser jê kir. Ji ber vê bextewar im.”

 

Ji erebên bajarê Hatayê Îbrahîm Zayif jî diyar kir, ku ew Munzur Baba meraq kiriye û ji bo dîtina vê derê ji Hatayê rabûye hatiye Dêrsimê û got: “Em li gel zarokên xwe ji Hatayê hatin. Em cara ewil e hatine Dêrsimê. Me Munzur Baba gelek eciband. Em wisa difikirin ku em êdî werin Munzur Baba.”

 

Geştiyarê bi navê Metin Zencidi jî destnîşan kir, ku ji Holandê ji bo betlaneyê hatiye Dêrsimê û got: “Ez ji Holandê hatim. Bû 4 sal ez nehatibûm Pulurê. Îsal hatim û ketim avê. Av pir cemidiye lê ev av derman e.”

 

Herwiha welatiya bi navê Fatmaz Yildiz jî aşkere kir, ji bo ku baweriya xwe bîne cih hatiye Dêrsimê û got: “Ez ji Mêrsînê ji bo Munzur Baba hatim vê derê. Min li vir dua kir û mûm vêxist.”

 

Pîrê Elewiyan Hasan Hayri Şanli jî li ser efsaneya Munzur Baba wiha got:

 

“Rojekê dilê axa helawê dixwaze, Munzur jî diçe ji hevjîna axa re dibêje; 'Dilê axa diçe helawê'. Hevjîna axa helawê çêdike û dide Munzur. Munzur jî helawê digre û winda dibe. Axa piştre tê gund û dibêje; 'Munzur ewliya ye.' Di destê Munzur de jî satil hebû ye û têde şîr hebûye. Dema ku xelk ber bi Munzur ve çûne, Munzur reviyaye û şîrê di destê wî de rijiyaye û li cihê ku şîr rijiyaye ev av derketiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst