Li Mêrdînê germahiya zêde bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyan kiriye

07-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Mêrdîn Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê xelk ji destê germahiya zêde dinale. Îro sibehê li Mêrdînê pileya germê gihîştibû 41 pileyan. Aliyên peywendîdar hişyarî dane ku di demjimêrên nîvro de welatî dernekevin derve.

Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve pileya germê di demjimêrên sibehê de wek 41 pile hatiye tomarkirin.

Şêniya Qoserê Nazli Keleş anî ziman, “Li Qoserê her sal li gor cihên din germa zêdetir e. Xelkê vê derê ji ber vê yekê dawiya hefteyê diçin Ava Spî an jî gundê xursê. Ez jî xwendekarim, havînê gelekî zehmet e û heta karekî min yê girîng nebe ez dernakevim derve.”

Li navçeya Nisêbînê ya heman bajarî pileya germê wek 43 pile hatiye tomarkirin. Xelk ji bo xwe hênik bikin berê xwe dane tiştên sar.

Welatî Suleyman Gokhan li ser germahiyê got, “Bi rastî hewa îro gelekî germ e. Xelk ji bo xwe hênik bikin zêdetir sardemeniyê dixwin. Îsal gelekî germ e.”

Li gor Saziya Keşnasî a Tirkiyê di nav vê hefteyê de li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê zêde dibe û li parêzgehên wek Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê pileya germê derdikeve zêdetirî 45 pileyan. Aliyên peywendîdar hişyarî dane ku di demjimêrên nîvro de welatî dernekevin derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst