Saziya Keşnasiyê ji bo 35 parêzgehan hişyariya germahiya zêde da

15-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku îro Şemiyê li 35 parêzgehan pileya germê 35 pileyan derbas dike û divê kesên nexweş di demjimêrên nîvro de dernekevin derve.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Şemiyê 15ê Temûza 2023an li 20 parêzgehên Tirkiyê û 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 35 pileyan derbas dike.

Her wiha li parêzgehên Aydin û Edene û Êlihê pileya germê digihêje 43 pileyan.

Li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê îro pileyên germê wiha ne:

Êlih: 43

Amed: 42

Riha: 42

Kilîs: 42

Sêrt: 41

Mereş: 41

Semsûr: 40

Mêrdîn: 39

Meletî: 39

Dîlok: 39

Şirnex: 38

Îdir: 36

Dêrsim: 36

Çewlîg: 35

Mûş: 35

Li çend parêzgehên Tirkiyê jî îro pileyên germê wiha ne:

Edene: 43

Aydin: 43

Osmaniye: 42

Antalya: 41

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst