PAK: Ti kes dê nikare îradeya referandûma serxwebûnê tine bihesibîne

07-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serxwebûn PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta salvegera roja biryara Referandûma serxwebûna Kurdistanê peyameke belav kir û di peyama xwe de dibêje ri kes dê nikare îradeya “Belê” ya referandûma serxwebûnê tine bihesibîne

Îro 3yemîn salvegera biryardayîna referandûma serxwebûne ya Kurdistanê ye ku 25ê Îlona 2017an hat encamdan. PAKê bi vê boneyê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PAKê bi bîr xist ku  di roja 7ê Hezîrana 2017ande , Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara lidar xistina referandûma serxwebûne da, dibêje ligel Îran, Tirkiye, Sûriyê û çend dewletên mezin ên cîhanî ne dixwestin referandûm li dar bikeve.

PAK dibêje li gel hemû êrîş û gef û plan û hewlên  xêrnexwazan jî referandûma serxwebûnê di roja 25ê Îlona 2017an de bi awayekî demokratîk, aramî, rawa û serkevtî hat kirin.

Derbarê encamên referandu serxwebûnê de jî dibêje encamên wê nîşana yekgirtineke berfireh a netewî, niştimanî ya gelê Kurdistanê bû û gelê Başûrê Kurdistanê bêyî tirs, bi îradeyeke bêşik ji xêrnexwazan re, ji temama cîhanê re got “ez li gel serxwebûnê me”.

PAKê herwiha dibêje “biryara lidarxistina referandumû û encama ji sedî 92.73 an dengê “Belê” weke du biryarên di rûpelên dîrokê de cihên xwe yên bi rûmet girtî ne, ti kes û ti hêz dê bi ti awayî nikaribin van herdu gavên ku îradeya gele Başûrê Kurdistanê diyar dikin, ji nav rûpelê dîrokê reş bikin û dê nikaribin wan tine bihesibînin.”

Di beşeke din a peyama xwe de PAK dibêje “ew kilîda ku derîyê paşeroja  Başûrê Kurdistanê vedike her di dest û dilê wî gelê bi rûmet  de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst