Qeyûmê şaredariya Dêrsimê dixwaze bi tenê Festîvala Munzirê li dar bixe

07-05-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mîhrîcana Çandî û Sirûştî ya Mûnzûra Dêrsimê Qeyûm Sazî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Mîhrîcana Çandî û Sirûştî ya Mûnzûra Dêrsimê her sal di navber 28 û 31ê Tîrmehê de ji aliyê komele û saziyên Dêrsimê ve tê lidarxistin. Îsal biryar e ya 17emîn bê sazkirin. Şaredariya Dêrsimê ya ku Parêzgarê Dêrsimê wekî qeyûm li ser e dixwaze bi tenê mîhrîcanê li dar bixe. Komele, kesayetî û saziyên Dêrsimê jî daxwaz dikin ku mîhrîcan berê ji aliyê kîjan sazî û dezgehan ve hatiye lidarxistin, dîsa ji aliyê heman sazî û dezgehan ve were amadekirin û sazkirin.

 

Mîhrîcana Mûnzûr a Dêrsimê her sal di navbera 28 û 31ê Tîrmehê de çar rojan bi çalakiyên hunerî, çandî û rewşenbîrî tê lidarxistin. Digel ku gellek dem maye jî nîqaşên li ser sazkirina mîhrîcanê ji niha ve germ û gurr bûye. Şaredariya Dêrsimê ya ku niha ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin dixwaze mîhrîcana îsal li dar bixe, lê belê komeleyên Dêrsimê jî li dij derdikeve û dibêjin mîhrîcan a gel e.

 

Endamê Lijneya Amadekar a Mîhranê Haydar Çetînkaya ji Rûdawê re wiha got: “Parêzgar wê rojê ji bo mîhrîcanê civîn li dar xistiye. Ti sazî û komeleyek ku pêştir lijneya amadekar a mîhrîcanê de cih digirt di civînê de tune ye. Bi tenê xwasteke kesek ev kar çênabe. Saziyên me hene, komeleyên me hene. Berê her tiştî Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) heye. Ji destpêkirina mîhrîcana destpêkê heta niha her tim DEDEF di lijneya amadekar de cih girtiye. Lewma nêrîn û fikra DEDEFê jî nêrîn û fikrên din jî pir girîng in.”

 

Serkan Sariataş yek ji wan kesan e ku ji mîhrîcana destpêkê ya sala 2000an ve her di nav lijneya amadekar de cih girtiye. Ew diyar dike ku ti peywendî û eleqeya şaredariyê bi sazkirina mîhrîcanê ve tune ye.

 

Rewşenbîr û nivîskar Serkan Sariataş jî got: “Ev kar ne karê şaredariyê ye. Ev kar karê komeleyan e. Niha ev zarok, zarokê kê ye diyar e. Bavê vî zarokî diyar e. Dibe ku niha qeyûm li ser şaredariyê be, lê belê ev kar ne karê qeyûm e. Ji ber qeyûm vir nas nake. Qeyûm hatiye dibêje ku ev mîhrîcan, mîhrîcana min e. Kuro law, tu li kuderê yî mîhrîcan li kuderê ye. Ji xwe re li cihê xwe birûne.”

 

Hişmend û niştecihên bajêr jî daxwaz dikin ku bi hevkariya şaredariyê bila serperiştiya sazkirina mîhrîcanê komeleyên Dêrsimê bikin.

 

Welatiya bi navê Husniye Ozmen jî wiha axivî: “Gelê me çanda û pirensîbên xwe baştir dizane. Baştir dizane çawa be hîn baştir e. Bêguman bila şaredarî bibe alîkar. Lê belê li gor komele mîhrîcanê saz bikin baştir dibe.”

 

Rêveberê PSKa Dêrsimê Pîr Riza Katûrman jî anî ziman: “Ev kar karê komele, sazî û partiyên siyasî ne. Festîval bi destê vana hatiye çêkirin, divê ji îro pê de jî bi destê wan were sazkirin. Şaredarî jî dikare bibe alîkar.”

 

Kevneşaredarê Dêrsimê Mazlûm Arslan jî ragihand: “Hem şaredarî, hem komele hem jî partiyên siyasî divê hemû bi hev re saz bikin. Ji ber ku festîval mal û sermiyanê wî bajarî ye. Di bajarek de kîjan gel dijî, festîval û sazkirina wê mafê wan e.”

 

Mîhrîcana Mûnzûr a Dêrsimê ji sala 2000î ve bi armanca parastin û pêşxistin çand, bawerî û xwezaya Dêrsimê tê sazkirin. Bi boneya mîhrîcanê ji bajarên Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û ji çar aliyên cîhanê xelk tên seredana Dêrsimê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst