Dîlok: Baxçeyê herî mezin ê ajelan di cejnê de li hêviya geştyaran e

07-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dîlok Baxçe Ajel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Parka Jiyana Xwezayî ya li Dîlokê baxçeyê herî mezin ê ajelan e.

Park herwiha li ser asta Ewropayê sêyemîn û di cîhanê de jî çaremîn e.

Rojane bi hezaran geştyar ji bo dîtina ajelên cor bi cor berê xwe didin wir.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Celal Ozsoyler got:

“Parka me ya jiyana xwezayî gelekî balê dikişîne ser xwe. Di 9 rojên betlaneya Cejna Remezanê de serdan zêdetir dibin.

Her îro 2 hezar û 500 kes hatin. Di nava wan 9 rojên betlaneyê de em li bendê ne 25 hezar geştyar werin Parka Jiyana Xwezayî.”

7 hezar û 500 ajel hene

Parka Jiyana Xwezayî sala 2001ê ji aliyê Şaredariya Dîlokê ve li ser rûberê milyonek metre çargoşe hatiye avakirin.

Di hundirê wê de 350 cor, bi giştî zêdetirî 7 hezar û 500 ajel hene.

Mamosteyê bi navê Yilmaz Delen ku bi serdanekê li Dîlokê ye anî ziman:

“Ez mamoste me, me xwest em di betlaneya cejnê de geştekê li Başûrrojhilat bikin.

Me ji Entabê dest pê kir. Li vir me karî em hemû corên ajelan bibînin, tiştekî gelekî xweş bû.”

Geştyarên ku berê xwe didin vê parkê balê dikişînin ser bedewiya wê.

Hinek ji bo dilê zarokên xwe xweş bikin çûne wir.

Geştyar Ayşegul Mutluyê da zanîn:

“Em bi taybetî ji ber zaroka xwe hatin, wê dixwest li baxçeyê ajelan bigere. Em jî hatin Gazîantebê ji ber ku baxçeyê ajelan ê herî mezin li vir e.

Gelekî xweş û fireh bû. Bi taybetî beşê şêr û pilingan gelekî xweş bû ji ber ku ew ajel li her derê nînin.”

Sala 2023yan ji navxwe û derve 4 milyon û 750 hezar kesî berê xwe daye Baxçeyê Ajelan a Dîlokê.

Berpirsên baxçeyê pêşbînî dikin ku îsal hejmara kesên biçin parkê gelekî zêdetir be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst