Li Dîlokê agir bi oteleke 17 qatî ket

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê agir bi oteleke 17 qatî ya ku nedihat bikaranîn ket.

Li sêrêyên Herêma Pîşesaziyê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê agir bi oteleke 17 qatî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan çûne cihê bûyerê.

Tîm bi 15 otomobîlan û 45 karmendan hewl didin agir vemirînin.

Di heman demê de benzînxaneya ku li kêleka otelê ye, hate girtin.

Agir li hinek qatên avahiyê hatiye kontrol kirin lê li qatên jor hîn jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst