Hewlêr (Rûdaw) - Li ser destpêşxerî û vexwandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê sibe pêncşembiyê partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hev bicivin.
Civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî de ye û civîn dê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.
Dilşad Şehab, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civîna sibê de ji Rûdawê re ragihand: “Sibe Pêncşembê 8ê Nîsana 2021an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê dicive.”
Roja 5ê Nîsanê, Felah Mistefa şêwirmendekî din ê Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hev civandina partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xistiye nav bernameya karê xwe û di van rojên bê de dê destpêşxeriyekê ragihîne.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got, “Nêçîrvan Barzanî dixwaze Serokatiya Herêma Kurdistanê bike sîwana li hev komkirina tevaya aliyên siyasî” û destnîşan kiribû: “Bi qasî ku me zaniye, aliyên siyasî amade ne jibo civînê. Ew civîn jibo gelê Kurdistanê ye, pêwîstiyeke niha ye û divê bê lidarxistin.”
Endamê Polîtboruya PDKê, Ceifer Êminkî jî têkildarî destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “ew destpêşxerî derfeteke din e ji bo bêtir ji hev nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan”.
PDK û Goranê pêşwazî li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê kirine.
Di Sibata îsal de Partiya Demokrata Kurdistanê şandek pêk anî ku serdana hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Ehmed Kanî, Endamê serkirdatiya PDKê ji Rûdawê re da xuyakirin, serkeftina Kurdistanê di vê yekê de ye ku yekrêzî û tifaq li navxweyê welat hebe û got: “Her dema ku Kurd yekdest û yekrêz bûye, serkeftin baştir û destkeft jî zêdetir bûne. Li Herêma Kurdistanê jî eger em hemû yekrêz bin û destkeftan biparêzin, dê me berhemên baştir hebin. Yekrêzî ne zehmet e eger ku em berjewendiyên kesî û partayetî bidin alî û di xizmeta berjewendiyên giştî de bin”.
Ehmed Kanî amaje bi wê yekê jî kir, ku serdan û civînên PDKê li gel partî û aliyên din, dê civînê din jî li pey xwe bîne.
Têkildarî li hev civandina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Endamê Jûra Pêwendiyên Dîplomasiyên Tevgera Goranê, Şonas Şêrko ji Rûdawê re ragihand, “Me çend caran hewl daye tevahiya aliyên siyasî bicivin û beşdar bin di biryardana siyasî li Bexdayê û Herêma Kurdistanê, lê pêwendiyên navbera PDK û YNKê bandor li ser lidarneketina civînan hebûye.”
Wî rayedarê Goranê tekez jî kir, “daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê heman daxwaza Tevgera Goranê ye û heya radeyekê bandor hebûye li ser birêveçûna civînan.”
Roja 20ê Adara 2021, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Cejna Newrozê de, tevaya aliyên siyasî yên Kurdistanê vexwandibû civîneke hevbeş ku hatibû gotin, dê civîn piştî Newrozê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse