Li Mêrdînê ji bo Qeşeyê Suryanî cezayê zindanê

07-04-2021
RÛDAW
Nîşan Qeşe Suryanîm Sefer Aho Bileçen Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lê Mêrdînê ji bo Qeşeyê Suryanî Sefer Aho Bîleçen bi tometa “alîkariya rêxistênê” 2 sal û mehek cezayê zindanê lê hat birîn.

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, Qeşeyê Dêra Mor Yaqub, Sefer Bîleçen ku wek Aho jî tê naskirin bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" bi 12 kesan re hatibû desteserkirin û paşe serbest hatibû berdan.

Doza ku li dijî Bîleçen hatibû vekirin, li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrdînê hate dîtîn. Bîleçen bixwe beşdarî rûniştina dozê nebû lê parêzerê wî ew li dadgehê parast.

Piştî xwendina belgeyan, dozger bi tometa “alîkariya rêxistinê” ji bo Bîleçen daxwaza cezayê dubare kir.

Piştî parastina parêzerê Bîleçen, dadgegê gehê biryarê ragihand û bi heman sedemê (alîkariya rêxistinê) 2 sal û mehek ceza da.

Qeşeyê Dêra Mor Yaqubê, Sefer Bîleçen (Aho) ku roja 10ê Çileya 2020an de bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" hatibû girtin.

Biryara girtina wî qeşeyî rastî nerazîbûnê hatibû. Piştî parêzeran îtiraz kir, 2emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê jî îtiraza parêzeran qebûl kir û biryara berdana Bîleçen da.

Qeşe Bîleçen “bi endamtiya rexistinê” hatibû tometbarkirin. Bîleçen piştî desteserkirna xwe bi Endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê re hevdîtin pêk anîbû bi rêya parêzerê xwe peyamek parvekiribû:

“Di 2018an de 2 endamê rêxistinê hatin dêrê. Ji min alikarî xwestin. Min jî da. Paşê ev hat tespîtkirin. Li ser vê yekê fermandarê cendermeyan yê wê demê Metropolît kir dewrê û bi min re hevdîtin pêk anîn. Min înkar nekir. Ji bo ku bûyer dubare nebe min xwest ku tedbîrên ewlehî bên girtin lê tu tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin. Piştî girtenameyê min bawer dikir ku mijar hatiye girtin. Kî bê ber derê min ez ê alîkariyê bidimê. Wek olî û felsefî divê ez alîkariyê bidim. Ji ber ku ez qeşe me, ez nikarim derawan bikim. Ez ne ji bo alîkariya rêxistinê, ji pêwîstiya baweriya xwe dikim. Di warê felsefî de jî ez nikarim îxbar bikim. Di warê olî de jî ev wisa ye. Ji xwe ez nikarim derkevim derveyî dêrê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst