Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî û şandeya pê re qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, her du aliyan di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî li herêmê gotûbêj kirin.
Herwiha di hevditînê de tekezî li ser pabendbûna destûra bingehîn û têgihiştîna aliyên siyasî yên Îraqê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse