Serokatiyê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler daxuyanî da

07-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Yaşar Guler Hevdîtin Serokatiya Herêma Kurdistanê Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di hevdîtinê de mijarên wekî “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhateyên dawiyê yên şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û encamên wan” hatine nirxandin.

Serokatiyê ragihand ku her du aliyan ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmên sînorî bal kişandiye ser hevkarî û hevahengiya Tirkiyeyê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, her du aliyan daye zanîn ku divê hemû alî ji bo rêgiriya li ber aloziyên li Rojhilata Navîn hewl bidin.

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler herwiha anî zimên ku divê pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li gorî bingeha berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş werin bipêşvebirin.

Çend babetên wekî “têkoşîna li dijî terorê, gef û metirsiyên DAIŞê û çen babetên din ên ji bo her du aliyan girîng” hatine guftûgokirin.

Li aliyê din, di şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de ji bilî Yaşar Guler, Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî cih girt.

Yaşar Guler û şandeya pê re li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, Yaşar Guler dê di çarçoveya serdana xwe de bi Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst