Hunermendekî Îtalî yê navdar serdana Hewlêrê kir

07-02-2022
RÛDAW
Nîşan Michele Morrone Hewlêr Îtalya Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Michele Morrone, aktor, modelîst û stranbêjê Îtalyayî serdana Hewlêrê kiriye û hejmarek wêneyên xwe li nêzîk Kela Hewlêrê ya dîrokî girtine û li ser hesabên xwe yên di torên civakî de belav kirine.

Piştî belavkirina wêneyan, bikarhênerên torên civakî wêneyên Michele Morrone dubare belav kirine.

Bekir Saz, ku amûra sazê dijene ji Rûdawê re ragihand, roja Şembiyê 5ê Sibata 2022an Michele Morrone serdana dikana wî kiriye û wî jî jê re muzîk jeniye.

Morrone di rêya fîlma sînemayî ya bi navê “365 roj” ku di tora Netflix hatiye belavkirin, navdar bûye û bi sedema dengvedana fîlmê, sala bihorî biryar hat dan ku beşa duyem a fîlmê bê berhemanîn û careke din ew aktorê Îtalî dê li beramber Ana Mariya rola sereke bilîze.

Fîlma 35 roj, fîlmeke dramî û romantîk e û sala 2020 hatiye berhemanîn, ji bilî nimayişkirina wê di Netflixê de, dahata wê di sînemayên cîhanê de 9 milyon û 486 hezar dolarê amerîkî ye.

Herwiha ew aktor biryar e di fîlmeke muzîkal a Hindî ya bi navê Mud Mud Ke de beşdar be ku li gel Jaklin Fernandes aktora Srîlankayî û stêrka Bolywoodê rola sereke têde dilîzin.

Michele Morrone, di 3ê Mijdara 1990 de jidayik bûye, tevî ku aktorekî navdar e, lê di warê model û stranbêjiyê de jî çalak ûxwedî berhem e.

Morrone di şeş fîlmên sînemayî û pênc zincîrên televîzyonî de rol lîstiye, albumeke wî ya stranan û çend stranên wî yên tak hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst