Ilham Ehmed bo Sûriyê: 2022 sala yekalîkirinê ye

07-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), derbarê Sûriyê got, “Sala 2022yan sala yekalîkirinê ye, û zelalbûn di planên paşerojê de, derbarê Sûriyê dê hebin.”

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), li civîna salane ya sala 2021ê ya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, “Rêxistina DAIŞê heye û hewlên çalakirina wê berdeam in, û tevî metirsiya êrîşa li ser Zindana Sînaa, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) bi hevbeşî ligel Hêzên Taybet û Hêzên Ewlehiyê, rêgirî li ber wê êrîşê kir û rewş xiste jêr kontrolê.”

Ilham Ehmed derbarê Sûriyê got, “ Sala 2022yan sala yekalîkirinê ye, û zelalbûn di planên paşerojê de, derbarê Sûriyê wê hebin.”

Nîşan bi wê yekê jî da ku, “Planên stratejîk ji bo rûbirûbûna alingariyên li pêş Rêvebeirya Xweser, wê hebin.”

Bi gotina Ilham Ehmed, hilbijartinên Rêveberiya Xweser nêzîk dibin û Girêbesta Civakî wê di çend rojên bê de, amade be.

Di heman çarçoveyê de Ehmed got, “Berengrbûna terorê ne tenê ji aliyê leşkerî ve ye, lê belê ew mijareke hizrî û xizmetguzarî ye, lewma pêwîst e Rêveberiya Xweser planên xizmetguzariyê ji bo xizmeta xelkê deyne û rola HSDê berevaniya di ber ewlehî û aramiya navçeyê de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst