Jinek 20 sal e li Xarpêtê di xwedîkirina masiyan de alîkariya hevjînê xwe dike

07-02-2021
RÛDAW
Xwedîkirina masiyan li nav gola Bendava Kebanê li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê.
Xwedîkirina masiyan li nav gola Bendava Kebanê li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê.
Nîşan Xarpêt Bendava Kebanê Xwedîkirina masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 20 sal e di xwedîkirin û firotina masiyan de hevkariya hevjînê xwe dike. Aysel Kaya ew xanima her roj serê sibehê ligel hevjîn û kurê xwe yê yekane diçin gola Bendava Kebanê li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê.

Aysel Kaya, Xwediya Projeyê, dibêje, “Ligel hevjînê xwe 20 sal e li ser pîşeyê masîgirî heta digihe bixwedîkirina masiyan kar dikin. Ya rast pîşeyê masîgiriyê wek caran nemaye û em jî bo baştirkirina debara jiyana xwe li projeya bixwedîkirina masiyan fikirîn. Bi hevkariya hikûmetê me karî projeyê bixin warê cîbicîhkirinê. Me 3 milyon û 500 hezar lîre deyn  bo projeyê wergirt. Me ew hawiz kirîn ku tejî masiyên selemun in. Meha 10 masî hêkan dikin û em jî piştre pênc mehan wan bixwedî dikin û dawiya meha çarê ya îsal dixin bazarê.”

Wê malbatê di nav ava paqij de dest bi projeya xwe kirine. Li nav golê 9 qefes hawizên mezin danîne bo bixwedîkirina masiyên selemun.

Aysel Kaya diyar dike, “Hemû kar û pîşeyek zehmetiyên wê hene, bi taybetî pîşeyê masîgirî û bixwedîkirinê pêdivî bişevnixwêniyê heye. Ez wek jinekê herdem bi qasî mêrekî kar dikim. Malbata min ez fêrî kar kirim û ti cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Bi taybetî ku armanca min baştirkirina debara jiyana malbat û bidestxistine siberojeke baştir e bo kurê xwe yê yekane. Hertim hevjîn û kurê min piştgiriya min kirine.”

Hevjînê Aysel şanaziyê bi wê yekê dike ku Aysel xwedî kar û rêvebera projeya wan e û dibêje, fikra projeyê vedigere bo wê, di karên xwe de serkeftî ye û ji me hemûyan zêdetir hez ji kar û pîşeyê xwe dike.

Soner Kaya, Xwediyê Projeyê, diyar dike, “Bi rêya hevjîna xwe me deynê teşwîqkirin û piştgiriya projeyê bidest xist. Şanaziyê bi wê yekê dikim ku hevjîna min xwediyê karê min e. Çendîn sal in mil bi mil me bi hev re kar kiriye, debara jiyana xwe peyda kiriye û di rojên dijwar de jî hevkar û dost û hevkara min bû.”

Aysel bi belemek biçûk a masîgiran ligel hevjîn û kurê xwe rojane serdana hawiz û çavdêriya masiyan dikin, xwarinê didin wan û ji bo nexweş nekevin derman didin wan. Armanca her sêyan mezinkirina projeyê ye daku bikaribin di her demsalekê de 200 ton masiyên selemun mezin bikin û bixin bazarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst