Encûmena Asayîşa Navdewletî dê derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de bicive

07-01-2023
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayîşa Navdewletî Sûriye Rojavayê Kurdistanê Deriyê Bab el-Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de dicive û dibe biryarê li ser dirêjkirina vekirîmana Deriyê Bab el-Hewa bide. Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê dide.

Biryar e roja Duşemê 9ê Çileya 2023an Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de bicive û mijara serekî jî dengdana li ser vekirîmana Deriyê Bab el-Hewa ye bo dema 6 mehên din. Civîn di demekê de ye, roja 10ê mehê biryara encûmenê ya taybet bi vekirîmana deriyê navborî bi dawî bibe. Deriyê Bab el-Hewa take rêya veguhestina hevkariya mirovî ye ji Tirkiyê bo bakurê rojavayê Sûriyê.

Rûsya ku hevpeymanê hikûmeta Sûriyê ye, di salên borî de serkeftî bûye di kêmkirina gihandina hevkariyan de bi rêya deriyên sînorî bo nav Sûriyê û Rojava jî wê tohmetbar dike ku armanca wê nehiştina hevkariyan e bo navçeyên jêr destê opozisyona Sûriyê. Eger ew biryar bê nûkirin, deriyê Bab el-Hewa heta şeş mehên din vekirî dimîne û alîkarî ji Tirkiyê bo bakurê rojavayê Sûriyê tê şandin.

Roja 2ê Çileya 2023an, şeş ajansên ser bi Netweyên Yekbûyî, di daxuyaniyekê de hişyarî derbarê wê yekê dan ku eger biryarnameya 2642 ya girêdayî vekirîmayîna Deriyê Bab el-Hewa neyê nûkirin, ku parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê bi Tirkiyê ve girê dide, derencam dê bo 4.1 milyon kesên li navçeyên derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê dijîn karesatbar be."

Şeş ajansên Neteweyên Yekbûyî behsa wê yekê dikin ku eger Civata Ewlekariyê di dirêjkirina biryarnameyê de bi ser nekeve, wate mekanîzmaya çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di karkirinê de rawestiya ye, ev jî dibe sedema bidawîbûna çavdêrîkirina Neteweyên Yekbûyî bo pirsa veguhestina alîkariyan li ser sînoran. Neteweyên Yekbûyî dibêje, sala 2022an ligel hevbeşên xwe hevkarî gihandine nav Sûriyê û mehane hevkariya du milyon û 700 hezar kesan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst