Kurdekî Şîe bû Parêzgarê Îlamê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlam Parêzgar Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê biryara guhertina Parêzgarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê da û kesekî ji wê parêzgehê wekî parêzgar tayîn kir.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mihaciraniyê ragihand ku di civîna îro ya kabîneyê de biryara guhetina parêzgarên Îlam, Çar Mehal û Bextiyariyê hatiye dayîn.

Fatima Mihaciraniyê diyar kir ku di civînê de biryar hat dayîn ku Kurdê Şîe yê ji Awdananê Ehmed Keremî, wekî Parêzgarê nû yê Îlamê were tayînkirin.

Ehmed Keremî dê li şûna Hesen Behram Niyayê parêzgarê niha ku roja 21ê Çiriya Pêşîn a 2021ê ji aliyê kabîneya Serokkomarê berê Îbrahîm Reîsî ve wekî Parêzgarê Îlamê hatibû erkdarkirin, dest bi kar bike.

Ehmed Keremî xelkê bajarê Awdananê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ehmed Keremî beriya niha bi 6 salan Cîgirê Parêzgarê Îlamê bû.

Ew her wiha 4 salan Birêvebirê Giştî yê Kontrolkirina Qeyranan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst