Şirnex; Polîsan destwerdan di çalakiya HDPê kir

06-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakiya HDPê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyayî di şer de, rastî destwerdana polîsên Tirkiyê hat.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li navçeya Silopiya ya ser bi Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve li dijî çekên kîmyayî meşek li dar xist.

Bi sedan kes tevli çalakiyê bûn û dest bi meşê kirin, lê belê polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan di çalakiyê de kir û rê li çalakiya HDPê hat girtin.

HDPê berî destwerdana polîsan, dîmeneke meşa li Silopiyayê li ser twittera xwe belav kiriye û ragihandiye, “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê li Silopiyayê dest pê kir. Gelê me li her derê derngê xwe bilind dike. Em li nirxên mirovahiyê xwedî derdikevin û têkoşîna xwe didomînin.”

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand, li gundê Til Qebînê yê Silopiyayê hejmareke zêde ya xelkê li ser banga HDPê, KCD û DBP kom bûn û biryar bû ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve di şerê li dijî PKKê de, kesên beşdar di çalakiyê de ber bi deriyê sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ve bimeşin.

Gundê Til Qebînê derdora 30 kîlometran ji deriyê sînorî yê Xabûrê dûr e.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hejmareke zêde ya hêzên polîs û cendirme li gundê Til Qebînê hatine bicihkirin û bi gaza rondikrêj û ava şid destwerdan di çalakiyê de kirin û rê nedan ku meş were lidarxistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, gelek kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin, lê hejmara wan nayê zanîn. Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, tenê di têketina gundê Tl Qebînê de 4 kes hatine desteserkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst