Li Riha ajeldar ajelên xwe di şikeftên hezar salî de xwedî dikin

06-10-2020
Abdulselam Akinci
Xwedîkirina heywanan li Kurdistanê yek ji karên serekî û girîng e ku xelk debara jiyana xwe pê dike
Xwedîkirina heywanan li Kurdistanê yek ji karên serekî û girîng e ku xelk debara jiyana xwe pê dike
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li Rihayê di şikeftan de ajelvanî tê kirin. Ew şikeftên îro ji bo ajelan hatine terxankirin bi hezaran sal berê jîngeh bûne. Piştî bi hezaran sala hin ji van şikeftên xwezayî hin ji wan jî yên çêkirî hê jî di xizmeta însanan da ne.

Li Rihayê ji destpêka çîroka mirovahîyê heta vê deme rêhevalîya mirovahîyê her bi kevir û şikeft bûne. Ew şikeftên bi hezaran sal weke jîngeh bûne îro jî bi awayek din tene bikaranîn û di van şikeftan de heywandarî tê kirin.

Li Mezopotamyayê beriya jiyana modern şikeft jîngeha mirovahiyê bûn. Piştî bi hezaran salan mirovan jîngehên nû bi mîmariyek nû ava kirin îro jî ji sedî sed nebe jî jîyana li şikeftan hate terikandin.

Lê bele li Rihayê ew şikeftên weke avahî dihatin bikaranîn, îro ji bo xwedîkirina ajelan weke axûr hatine terxankirin.

Newala li taxa Taqûbîyeya Rihayê li herdû aliyên newalê nêzîkç 150 şikeft hene û di van şikeftan de sewal tên xwedîkirin. Ew şikeftan malê xezîneyê ne. Ajelvan wan şikeftan salane kire dikinû têde ajelan xwedî dikin.

Ajeldar Muslum Yaşar dibêje: “Bavê me jî ev kar dikir em jî dikin. Ev şikeft zivistanê germ in,havîna jî hênik in. Ji bo xwedîkirina heywanan ev şikeft baş in.Mesela hin hevalên min ser axurê xwe sac kirîye heywan ji germa dişewitin,lê ev ne wisa ne.”

Beşek ji wan şikeftan xwezayî ne û beşek ji wan jî bi salan weke kana keviran jê kevir hatine xeritandin di domahîkê bi valabûna hundurê kana keviran van şikeftan derketine holê. Ew şikeftên weke axûr tene bikaranîn xwediyê gelek taybetmendiyan in.

Ajeldar Ali Aslan jî dibêje: “Ji ber ku ev şikeft teht in ji bo heywana gelek baş in,ne weka axurên normal in. Ji ber wî jî ji bo xwedîkirina heywan re pir baş e.Ne wek axurên bereqe ne.Heyvan di şikeftan de aciz nabe,yêm xwe dixwin ava xwe vedixwin û mexel dibin û goşt digrin.”

Ajeldar Mihemed Tatlî jî wiha axivî: “Di demên berê de ji kevir hatine birîn û bi wan keviran ew avahiyên Rihayê yên dîrokî bi wan keviran hatine çêkirin. Hinek caran jî kevirên li vir ji bajarên din jî hatine şandin. Bi vî awayî jî bi şiklek xwezayî ev şikeft derketine holê.Piştre jî mezinên me hatine hêdî hêdî hundurê van şikeftan tije kirine û anîne vê rewşê û têde heywandarî kirine, yanî, kesê ku derfeta wî ya çêkirina çewligê tune be dikare bi hêsanî di vir de ajelên xwe xwedî bike.”

Ew şikeft bi hezaran sal in ku di hundurê xwe de çîroka mirov û mirovahîyê welidandine diyar e ku yê di serdemên paşerojê de hêj mazûvanîya gelek çîrokên ji hev cûda bikin û temenek dirêj bijînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst