AMED - Şofêrê serxweş li motorsîklet û peyayan xist: 5 birîndar

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek li motorsîklet û peyayan qelibî û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Hat zanîn şofêr serxweş bûye.

Li ser rêya Amed û Xarpêtê li pêş Hola Werzîşê ya Seyrantepeyê otomobîla şofêrê wê O.F.T. ji rê derket û derbasî aliyê din ê rê bû û li motorsîkletekê da

Di encama bûyerê de şofêr O.F.T. û her du kesên li ser motorsîkletê û du peya bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çû cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Di encama lêkolînan de diyar bû ku şofêrê otomobîlê alkol vexzwariyê û serxweş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst