Li Dîlokê bav û keça ku ketin golê xeniqîn

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdaxiyê ya parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê bav û keça ku ketin golê xeniqîn.

Hamît Çelîkê 38 û keça wî Gonul Çelîkê 15 salî nêzîkî nêzîkê Gundê Celîkanê yê navçeyê Nurdaxiyê ji bo honikbûnê ketin golê.

Bav û keç piştî demekî ji ber çavan winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn herêmê bûyerê.

Di encama xebata tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji Edene û Semsûrê çûn cesedê bav û keçikê hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tibê Edlî ya Dîlokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst