Serokê nû yê Hemasê diyar bû

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Xeniqîn Hemas Îsmaîl Heniye Yehya Sînwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina Îsamaîl Heniyê, Hemasê Yehya Sînwar wekî serokê xwe yê nû diyar kir.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku li şûna Îsmaîl Heniye, berpirsê Xezeyê yê Hemasê Yehya Şînwar serokê nû yê Hemasê hatiye hilbijartin.

Yehya Sinwar kî ye?

Yehya Sinwar di sala 1962an de li Xan Yûnûsê hatiye dinê.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li bajarê xwe qedand û xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezayê domand.

5 salan bi awayekî aktîf di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih girt.

Yehya Sînwar ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasîn ku yek ji damezrînerên rêxistina Hamasê ye tê naskirin, di dawiya salên 80yî de di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgerê de cih girt û gelek fermanên Şêx Yasîn bi cih anî.

Di damezrandina yekem desteya asayîşa tevgerê de ku bi navê “Mejd” tê naskirin, beşdar bû û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû.

Sinwar dosyayên ewlehiyê yên taybet ên tevgerê çêkir û bi întîfada yekem re kordînasyona sereke ya tevgerê ku wê demê bi navê Mucahidînên Filistînî dihat nasîn, peyda kir.

Sînwar ku bi kesayeta xwe ya tund û nêzîkatiya ewlehiyê dihat naskirin, dem bi dem bi gelek pêşengên tevgerê re jî pirsgirêk derdiketin.

Sinwar ku cara yekem di sala 1982yan de ket girtîgehê, di sala 1988an de cara duyemîn hate girtin û 22 sal di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit di sala 2011 de hat berdan.

Di sala 2017an de wekî serokê rêvebiriya Hamasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.

Piştî ku Heniye hat kuştin bû serokê Hamasê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst