Zarokê Kurd bi guleya qenasekî artêşa Tirkiyê birîndar bû

07-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Zarokê Kurd bi guleya qenasekî artêşa Tirkiyê birîndar bû
Zarokê Kurd bi guleya qenasekî artêşa Tirkiyê birîndar bû
Nîşan Qamişlo Zarok Birîndar Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Xerab Kortê ya 6 km dikeve rojavayê bajarê Qamişloyê, wek hemû navçeyên sînorî rastî guleyên bêserûber tê û carna jî guleyên nîşankirî wek ya ku li Ebdullah dikeve.

Ebdullah Berzan Ehmed, yê temen 15 salî di Îlon sala 2018an de, dema ku ji dibistanê vegeriya û li ser bênderên gund dilîst, rastî qedereke nexweş hat, derb xwar û ji wê demê ve li erdê ye.

Heyfa Felemes Mihemed, diya Ebdullah dibêje Ji xwe re derket ser bênderan, Tirkan qenas avêtin, fîşek teqîner bû, li kurçikek wî derket û li aliyê din derket, me bir nexweşxaneya Ferman, neştergerî jê re encamdan, gurçikek teiya û ya din ji sedî 10 xirab e, ev du sal û nîvin ev halê wî ye.”

14 burxî di pişta wî de ne, dê jî perestiyar e, rû pê de li cem pizîşkane, sê pizîşkên bajarê Qamişlo ku li ebdullah kom bûn heya ew ji mirinê rizgarkirin û rakirin Şamê, neştergerî serketî encamdan, lê têrê nakê, Ebdullah vegera zaroktiya xwe.

Pizîşk Enter Îbrahîm got “movika du şikestiye û ziyan li mejiyê piştê hatiye, herdû lingên wî pûç bûne, karînên me û karînên tavaya navçeyê di nav wan de Şam û welatên cîran jî, naghêjin zelayê wî biçînin lewma pêwistiya wî bi navendeke pêşketî li ewropayê heye.”

Li gor amarên nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê par ji ber guleyên sînor, cotkarekî jiyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndar bûn. Îsal bi dehan serî pez mirar çûne û di mûsimê îsal de 11 donim erd ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê şewitîn, tê rêkeftinên rasterast jî ji bo aramhiştina sînor di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta enqerayê de tune.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst