Li Parlamentoya Îraqê ji bo naskirina Kurdên Êzidî wekî ‘netewe’ îmze kom kirin

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamnetoya Îraqê Kurdên Êzidî Netew
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 182 parlamenterên Îraqê, ji bo ku Kurdên Êzidî wekî “netewe” bên qebûlkirin îmze dane.

Parlamenterekî Êzidî got, “Ev daxwaz ne qanûnî ye.”

182 parlameterên Îraqê îmzeya xwe pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Îraqê kiriye ku projeyasaya Kurdên Êzidî wekî netew bên qebûlkirin were amadekirin.   

Rêveberê Ofîsa Alîkarî Serokê Parlamentoyê Nazim Seîdî ragihand ku ew daxwaz pêşkêşî Komîteya Yasayî hatiye kirin.

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îbrahîm Mîranî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got:

"Ew Daxwaz ne yasayî ye ji ber ku Êzidî ol in, ne netewe ne û gelê Îraqê li ser bingeha neteweyan nehatiye dabeşkirin.

Em li gel qerebûkirina Êzidiyan in û em bûne parêzvanê sereke yê vê pirsê.”

Parlamenterê Nînowayê Nayîf Xelef Sîdo 18ê Çiriya Paşîna 2023yan nameyek ji Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran re şandibû û jê xwestibû ku fermanê bide saziyên fermî ku Êzidiyan wekî ol û neteweyekê binirxînin.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Ofîsa Yasayî ya Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran Kazim Kerîm jî got:

"Li gorî destûrê Êzidî wekî ol tên hesibandin û ti nîşanek nîne ku wekê netewe were dîtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst