GERMIYAN – Dadgehê cezayê giran da endamê DAIŞê

06-06-2018
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Dadgeh Germiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Dadgeha Tawanan a Kerkûk-Germiyanê, cezayê zîndanîkirina hetahetayê da endamekî DAIŞê.

 

Asayîşa Germiyanê ragihand, ku roja 2ê Adara 2018ê, piştî komkirina zanyariyên hûr û kûr, kesekî bi navê Muhened Sebah Îbrahîm bi tawana endamtiya DAIŞê, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin.

 

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Germiyanê, gunehbar Muhened Sebah Îbrahîm sala 1979ê ji dayik bûye, bi nijad Ereb e û li navçeya Xaneqînê nîştecîh bûye.

 

Herwiha hate gotin, ku ev kes li bajarê Silêmaniyê hatiye girtin û di lêpirsînê de li xwe mikûr hatiye ku ew endamê DAIŞê bûye, tevlî karên terorîstî û veguhestina xwekujan ji bo navçeyên naverastê Iraqê bûye.

 

Serokatiya Dadgeha Tawanan a Kerkûk-Germiyanê roja 4ê Hezîrana 2014ê,li gorî “Madeya 2 ya Benda 8 a Terorê” derbarê vî kesî de biryara zîndanîkirina hetahetayê daye.

 

Piştî vê biryarê ew endamê DAIŞê ji bo Girtîgeha Gewran a Silêmaniyê hate veguhestin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst