DAIŞê qebûl kir ku MÎTê xelîfeyê wan kuştiye!

03-08-2023
Nîşan DAIŞ Xelîfe Kuştin MÎT Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê ragihand ku xelîfeyê wan Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî nîsana bihurî li Îdlîbê ji aliyê MÎTê ve hatiye kuştin.

DAIŞê bi qeydeke dengî daxuyaniyek belav kir û tê de qebûl kir ku xelîfeyê wan Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî, meha nîsanê ji aliyê Istîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve li parêzgeha Îdlîbê ya Sûriyeyê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê DAIŞê de herwiha hate ragihandin ku Berdevkê DAIŞê Ebu Omer el-Muhacir jî di heman operasyonê de hatiye girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan meha gulanê dabû zanîn ku wan 29ê Nîsanê xelîfeyê DAIŞê Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî kuştiye.

Piştî ku xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebu Hesen el-Haşimî el Qureşî 30ê Çiriya Paşîn a 2022an hatibû kuştin, Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî cihê wî girtibû.

Serokê DAIŞê Ebubekîr el-Bexdadî 10ê Adara 2022yan li Îdlîbê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Piştî Ebubekîr el-Bexdadî, Ebu Hesen el-Haşimî el Qureşî bûbû serokê DAIŞê û ew jî 30ê Çiriya Paşîn a 2022an li parêzgeha Deraayê ya Sûriyeyê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst